Ji berbanga duh ve 85 kes li Şerîda Xezayê hatine kuştin

Ji berbanga duh ve 85 kes di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê de hatine kuştin.

Ji berbanga duh ve 85 kes li Şerîda Xezayê hatine kuştin
2 cotmeh, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê ji ajansa WAFA ya Filistînê re diyar kir ku ji berbanga duh ve hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê de hatine kuştin, derketiye 85ˊan.

Çavkaniyan anî ziman ku 53 kes li bakurê Şerîda Xezayê, 28 li naverasta wê û 4 kes li başûrê wê hatine kuştin.

Li aliyekî din jî çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber birçîbûnê 2 kesên din jiyana xwe ji dest daye.

Ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve artêşa Îsraîlê êrişên bejahî û hewayî li dijî Şerîda Xezayê didomîne, di encamê de heta niha 66 hezar kes hatine kuştin, 168 hezar û 716 kes birîndar bûne. Ji ber biçîbûnê jî 455 kes mirine ku 151 ji wan zarok in.

(fr)