Îsraîl: Wê Aktîvîstên fîloya ji Ewropayê re werin dersînorkirin

Îsraîlê ragihand ku wê aktîvîstên fîloya navneteweyî ya ku ber bi Xezeyê ve diçû û hate sekinandin, ji Ewropayê re werin dersînorkirin.

Îsraîl: Wê Aktîvîstên fîloya ji Ewropayê re werin dersînorkirin
2 cotmeh, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê piştî sekinandina hin keştiyên Fîloya Global Sumud a ber bi Xezeyê ve diçû, diyar kir ku wê aktîvîstên van keştiyan ji Ewropayê re werin dersînorkirin. Wezaretê ragihand ku ‘’tenduristî û ewlehiya’’ rêwiyan baş e.

Rêveberiya fîloyê jî ev destwerdana Îsraîlê ya li hemberî fîloyê weke ‘’êrîşa derqanûnî ya li hemberî dilxwazên alîkariya mirovî ya bêçek’’ pênase kir û banga ewlehî û serbestberdanê li civaka navneteweyî kir. Li gorî daxuyaniyan, tevî astengiyan jî 30 keştî ber bi Xezeyê ve diçin.

Beriya niha Îtalya û Spanyayê, piştî ‘’êrîşên balafirên bêmirov’’ ên şeva 23-24’ê Îlonê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatibû şermezarkirin, bi keştiyên leşkerî ji fîloyê re alîkarî şandibûn.  Lê belê Hikûmeta Spanyayê di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de diyar kiribû ku hewce ye fîlo nekeve nav avên ku ji aliyê Îsraîlê ve weke ‘’herêma qedexekirî’’ hatine îlankirin û da zanîn ku wê keştiya Spanyayê ji vî sînorî derbas nebe.