Serdana şandeya ewropî ya li Şamê û nameyên Sûdanî yên ji Tehranê re mijarên rojnameyên erebî ne

Li gorî çavdêran serdana şandeya ewropî ya ji bo Şamê çend peyamên Ewropayê ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê re bi xwe re anîn ku pêşketina peywendiyan girêdayî reftarên hikkumetê ne. Her wiha di destê Sûdanî de ji bo Tehranê dosyayên herêmî û navneteweyî hene.

Serdana şandeya ewropî ya li Şamê û nameyên Sûdanî yên ji Tehranê re mijarên rojnameyên erebî ne
4 ÇILE, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa serdana şandeya dîplomatîk a Ewropayê ya ji bo Şamê û serdana Sûdanî ya li Tehranê kir.

‘PEYAMÊN EWROPAYÊ JI BO RÊVEBERIYA NÛ YA SÛRIYEYÊ: EM Ê HIKUMETEKE ÎSLAMÎ FÎNANSE NEKIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsî: "Serdana wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û yê Fransayê Jean-Noel Barrot, roja înê ji bo Şamê, çend peyamên Ewropayê ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê re bi xwe re anîn. Ya herî girîng jî ew e ku Ewropa piştgirîya tu hukmekî îslamî qebûl nake û rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dê bi asta pêşketina pêvajoya siyasî ve girêdayî be.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Hêzên rojavayî tirsa xwe ji serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Heyet Tehrîr El Şam venaşêrin. Tevî ku ew serkirdayetî hewl dide bibêje ku Sûriye dê nebe "Efganistana nû" û dê sîstem rêveberiya wê piralî be û kêmneteweyan biparêze.”

Rojnameya El Quds El Erebî jî di bin sernavê "Sûriye û Fransa: Siberoj çi ye?” gotarek weşand.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Ev serdan ji aliyekî ve nîşan dide ku guhertinên siyasî yên mezin ku li Sûriyeyê qewimîne, têne fêmkirin û hebûna rejîma nû tê pejirandin, ji aliyekî din ve hewldaneke ji bo têkiliyên erênî ye, wek destpêkek ji bo naskirina wê ya siyasî.”

‘SÛDANÎ ‘QUTIYA REŞ’ DIBE TEHRANÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê mijara Iraqê de bal kişande ser paşxistina serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bo Îranê heta dawiya hefteya bê.

Li gorî rojnameyê: “Sûdanî hin dosyayên herêmî û navneteweyî yên germ ji bo Tehranê birine, di nava wan de dosya jiholêrakirina komên çekdar ên iraqî yên ser bi Îranê ve û belkî jî “Hin peyamên hişyarî yên pir zelal” ên ku Iraqê vê dawiyê ji Amerîkayê girtine yên têkildarî ku çek tenê di destê dewletê de bimînin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Çav niha li ser serdana serokwezîrê Iraqê ya bo Tehranê ne ku xuya ye "qutiya reş" hilgirtiye û dê li pêşiya serkirdayetiya Îranê veke. Ji ber ku gelek komên çekdar ên Iraqê ji aliyê îdeolojîk ve bi Îranê ve girêdayî ne, ne tenê ji aliyê leşkerî ve. Ji bo vê jî pêdivî bi gotûbêjên aşkera li gel aliyên îranî heye.”

(k)