Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye

Di encama berbelavbûna şewba mirîşkan li herêmê de zirareke mezin bi mirîşkên malan, mirîşkên kargehan de çêbûye. Bijîşkê beyterî der barê vê yekê de hin şîret dan û got divê hewa li cihê mirîşkan û mirîşkan bi xwe bixe û vîtamîn bên dayîn.

Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye
Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye
Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye
Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye
Ji ber şewba mirîşkan zirareke mezin bi beşa mirîşkan bûye
24 cotmeh, 2024   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Di dema dawîn de şewba mirîşkan a ku li herêmê bi navê “Ebû Irêf” tê naskirin, li herêmê belav bûye. Di encamê de hejmareke zêde ya mirîşkan malan û hin mirîşkên li kargehên bajarê Tirbespiyê mirin.

Li gundê Xizêmok ê gundewarê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê di gelek kargehên mirîşkan de zêdetirî 18 hezar çûçikên mirîşkan mirin.

Xwediyên kargehên mirîşkan da zanîn ku dermanên ku wan bi kar anîne tu encam nedan.

Her wiha xwediyên mirîşkan ên li gundan jî gelek mirîşk û elokên wan mirin.

Nîşanên pêketina vê şewbê, rewşa sermayê li mirîşk diyar dibe, di kulikê de şînbûn çêdibe û wek kefê ji dev derdikeve. Nîşanên wê wekî yê nexweşiya “Nyûkasil” e, lê belê derman û vîrûs cuda ne.

Bijîşkê beyterî (ajalan) Heval Yûsif got: "Ev vîrûs li herêmê berbelav bûye û sedema wê kêmbûna hewa û kêmbûna vîtamînan e. Her wiha pênasekirina şaş a nexweşiyê jî dibe sedema belavbûna wê."

Yûsif wiha domand: “Hin dermanên ku ji bo parastina vê nexweşiyê hatine bikaranîn, ji bo nexweşiya ‘Nyûkasilê” bûn. Ev jî hişt nexweşî girantir bibe û ji ber kêmbûna hewayê jî di demeke kêmtir de gelek mirîşk mirin.”

TEDBÎRÊN ŞAŞ ÊN XWEDIYÊN MIRÎŞKAN

Yûsif da zanîn ku xwediyên mirîşkan diyar kir ku ew ji bo parastina mirîşkan wan dixin pînikan û deriyan bi ser wan de digirin, lê belê kêmbûna hewayê dihêle nexweşî zûtir belav bibe û mirîşk bimirin.

Yûsif destnîşan kir ku rêbaza guncaw a dermankirinê ew e ku vîtamîn, bi taybetî vîtamîna C û dermanên dijî îltîhabê ji bo mirîşkan werin dayîn.

ŞÎRET

Yûsif bang li xwediyên mirîşkan kir ku di vê dema salê de xwarinên baş wekî qaliqên an jî tiflên(çop) fêkî û sebzeyan bidin mirîşkan ji ber ku di wan de vîtamîn pir in.

(mh/fr)