ji ber rewşa Rojava û Rojhilat Cejna Pîrşalyar nayê pîrozkirin

Her sal bi hatina çarşema yekem a meha Sibatê re, di serî de li Hewreman, li herêmên Rojhilatê Kurdistan û çend bajarên başûrê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar, tê pîrozkirin. Lê îsal wek piştgiriyek ji bo rewşa Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê Cejna Pîrşalyar nehat pîrozkirin.

ji ber rewşa Rojava û Rojhilat Cejna Pîrşalyar nayê pîrozkirin
4 sibat, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Merasîmên Cejna Pîrşalyar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew îsal, ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên xwepêşandanên li Rojhilat û şerê li Rojavayê Kurdistanê, wek hevsozî û hexwemiya li gel malbatên şehîdan, ew merasîm û çalakiyên ji bo Cejna Pîrşalyar li Hewraman lidarnaxin.

Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema yekem a meha Sibatê de tê pîrozkirin û 3 rojan didome. Ev cejin li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 pîrên nav û deng ên Zerdeştiyane. Di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin.