HRW`ê hikumeta demkî rexne kir

Human Rights Watch diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê di sala 2025`an de gavên destpêkê avêtin, lê zelalî û darizadin kêm bû û rola serkirdeyan di kiryarên tundiyê de aşkera nekir.

HRW`ê hikumeta demkî rexne kir
4 sibat, 2026   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora 2026`an a Human Rights Watch (HRW) de hate gotin ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê di sala 2025`an de gavên destpêkê ber bi edalet ve avêtine, lê gelek binkeftin hebûn, ya herî girîng jî nebûna zelaliyê û nebûna hesabpirsîna ji kesên berpirsyarên binpêkirinên giran e.

Rêxistinê destnîşan kir ku hikumeta demkî saziyên nû ji bo edaleta veguhêz û ji bo aşkerakirina çarenûsa bi hezaran kesên winda ava kirin, lê rola rayedarên leşkerî û sivîl ên payebilind di tundî û kuştinên li ser bingeha nasnameyê de ku di Adar û Tîrmeha 2025`an de, bi taybetî li Laziqiyê, Tartûs, Hama û Suweydayê qewimîn, baş zelal nekir.

Cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn ê HRW`ê Adam Coogle got: “Divê rayedarên Sûriyeyê hesabê ji hemû aliyên ku binpêkirin kirine, bixwaze û ne tenê lêpirsîna sûcên takekesî bike.”

HRW’ê diyar kir ku rakirina cezayên Amerîkayê û Ewropayê yên li ser Sûriyeyê di sala 2025`an de, tu başbûneke berbiçav di jiyana xelkê Sûriyeyê de çênekiriye. Zêdetirî sedî 90`ê xelkê Sûriyeyê di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Rêxistinê bang li hikumeta demkî kir ku "mafên bingehîn ên hemû gelên Sûriyeyê bêyî cudahî biparêze" û reformên cidî yên ewlehiyê pêk bîne û “kesên tev li binpêkirinan bûne dûr bixe.”

(k)