'Di navbera Şam û Tehranê de nakokiya Xezayê heye'

Siyasetmedara sûriyeyî Semîre Mibeyd got nakokiyên di navbera Îran û hikumeta Şamê de, ji ber helwesta siyasî û leşkerî ya hikumeta Şamê ya li hember şerê li Xezayê ye.

'Di navbera Şam û Tehranê de nakokiya Xezayê heye'
16 gulan 2024   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Siyasetmedara sûriyeyî Semîre Mibeyd têkildarî nakokiyên di navbera hikumeta Şamê û Îranê de ji ajansa me re axivî.

Semîre Mibeyd got: "Diyar e dûrbûnek di navbera Îran û rejîma Beşar El Esed de çêbûye. Ev yek girêdayî gelek mijaran e; fişarên Îranê yên li ser hikumeta Şamê ku dixwaze lêçûna şerê çekdarî jê re dabîn bike dema piştgiriya mayîna El Esed li Sûriyeyê kir. Her wiha li herêmên di bin kontrola rejîma El Esed de gelek rayedar û fermandarên Îranê hatin kuştin. Beşar El Esed jî ne di aliyê siyasî yan jî leşkerî de tu helwest li hember şerê li Xezayê nîşan neda. Ji ber wê, Îranê ev tevgerên Beşar El Esed wek bicihanîna perspektîfên hikumetên dewletên Ereban bi nav kir.”

Semîreyê diyar kir ku ev nakokî bi daxuyaniyên Beşar El Esed ve girêdayî ne ku behsa hevdîtina bi aliyên rojavayî re kiribû û wiha domand: "Ev durûtiya siyasî ye. Ji ber ku xîtabê îdeolojî ya li dijî rojava bi kar tîne û di heman demê de behsê dike ku bi rojavayiyan re hevdîtin kiriye.”

Her wiha Semîreyê îşaret pê kir ku ne pêkan e têkiliyên Beşar El Esed û rejîma wî bi pergala navneteweyî re vegerin, ji ber ku gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kirine û dibe kar bi rêya şaxên pisporên rizgarkirina dîlgirtiyan an jî windahiyan an jî girtiyan bê meşandin.

Semîre Mibeyd bal kişand ser vekişandina projeya li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re ji aliyê rêveberiya Biden ve û got: "Em dikarin bibêjin ku rêveberiya Biden, di encama hin fişarên girêdayî şerê li Xezayê de, ev proje rawestand. Hin aliyên siyasî got dibe rêveberiya Biden di çarçoveya amadekariyên hilbijartina bê de vê reklamê dike, ji bo ku dengên hilbijêran ji dest nede."

Semîreyê diyar kir ku ev helwesta fermi ya saziyên Amerîkayê û yên gelek dewletên Ewropayê naguhere, helwesta wê li hember sûcên li dijî mirovahiyê yên ku rejîma Sûriyeyê li dijî gelê Sûriyeyê kirine, qedexekirina normalîzekirinê pê re yek e û nayê guhertin.

(şx)

ANHA