Berxwedana girtiyan di roja 172’an de didome

 Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd 172 roj in di çalakiyê de ne.

Berxwedana girtiyan di roja 172’an de didome
16 gulan 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. 

Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. 

Girtiyên azadiyê piştre di di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. 

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 172’yan de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.