Banga giştîkirina pergala hevserokatiyê li Sûriyeyê

Hevserokên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku pergala hevseroketiyê firseteke rastîn ji bo beşdarbûna wekhev a her du zayendan di birêvebirina kar û barên civakê de peyda dike.

Banga giştîkirina pergala hevserokatiyê li Sûriyeyê
19 hezîran, 2025   05:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Hevserokên meclis, şaredarî û saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pergala hevseroketiyê, rola wê di xurtkirina demokrasiyê li herêmê de û zehmetiyên li pêş aktîvkirina vê pergalê derdikevin, nirxand.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya ku ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye pratîkê, karî xwe weke modeleke rêvebirinê ya serketî îsbat bikira.

Têkildarî zehmetiyên ev pergal pê re rû bi rû maye weke sekna li dijî zihniyeta deshilat a ku jin û rola wê paşguh kiriye, Emîne Beyrem ev axaftin kir: "Pergala hevserokatiyê di warê peydakirina firseta beşdarbûna wekhev di birêvebirina kar û barên civakê de, di tevahî aliyan de, ji bo her du zayendan bi ser ket, û li dijî zihniyeta bidûrxistinê ya ku mafên jinan di hevserokatiyê de diçewisandin, sekinî."

‛ZEHMETIYÊN CIVAKÎ Û SERKEFTINÊN BERDEWAM’

Emîne anî ziman ku bicihanîna vê pergal ne tiştekî hêsan bû, bi taybet di civakekê de tê de têgehîn paşketî hene ku beşdarbûna jinan di rêveberiyê de red dikin. Emîne got, "Lê vîna jinan, rêxistin û hişmeniya wan hişt ku van astengiyan derbas bikin û pêşketinên berbiçavn bi dest bixin."

Têkildarî kota jinan di saziyên dewleta Sûriyeyê de Emîne anî ziman ku rêjeyek pir kêm a jinan di saziyên dewleta Sûriyeyê de heye û yên heyî jî şeklî ne. Ev yek jî beşdariya wê ya aktîv lawaz dike û berdewama zihniyeta baviksalarî xurt dike.

‛VEGERA LI RIHÊN CIVAKÊ YÊN JIYANÊ’

Hevserokê Mala Êzîdî ya Helebê Menan Cafer der barê mijarê de da zanîn ku pergala hevseroketiyê teşeya jiyanê vediguherîne rihên wê û têgeha jiyana azad geş dike. Her wiha Cafer destnîşan kir ku ev pergal ji 2014’an ve dema Rêveberiyên Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine damezrandin ve; ji Efrînê heta bi Dêrikê ve hat bicihanîn.

Cafer ev li gotina xwe zêde kir: "Guhartina hişmendiya baviksalariyê a ji hezaran sal ve ne tiştekî hêsan e, ji bo wê xebateke demdirêj divê."

‛PERGALEKE KU HIŞMENDIYA DEMOKRATÎK A NÛ NÎŞAN DIDE’

Cafer diyar kir ku jinan di pêkanîna erkên xwe yên rêveberî û siyasî de şiyanên xwe bi hevrûkirina yên zilaman îsbat kir, ku tenê ferqa di navbera wan de biyologî ye û wiha domand: "Aramî, hişmendî û biryardariya jinê di rêveberiyê de hişt ku bibe hêmaneke sabit û bandorker di birêvebirina kar û barên civakê de."

Cafer bal kişand ser heyraniya kesên ramyar ên navneteweyî bi vê modelê, weke fîlozofê Amerîkayî Noam Chomsky. Chomsky di peywendiya xwe ya bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re piştgiriya xwe ji vê pergalê re nîşan dabû.

‛TÊGIHÎŞTINA CEWHERA PERGALÊ MIFTEYA SERKEFTINÊ YE’

Ruxmî gelek pesndayînan Cafer hişyarî kirin û got: "Gelek zehmetî heta niha hene. Ew jî ji ber tênegihîştina cewhera vê pergalê ye. Ji ber wê pêwistî bi naskirina kûr a fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heye, ku têgeha hevserokatiyê bi awayekî rast were naskirin û pêkanîna wê di cih de be."

HEVKARIYEK LI SER JÊHATÎBÛN Û HIŞMENIYÊ TÊ MEŞANDIN

Hevseroka Meclisa Şehîd Cengîz Elîfe Hesen jî got: "Sîstema hevseroketiyê tecrûbeyeke serkeftî ye û bandoreke mezin a erênî li civakê kir. Ji ber ku ew di navbera her du zayendan de wekheviyê dimeşîne."

Elîfe Hesen da zanîn ku divê kesên guncaw û têrker ji bo pêkanîna vê erkê werin hilbijartin û got zilam bi tenê nikare civakê bi rê ve bibe, her wiha jin jî nikare, ji lew re divê her du hev temam bikin û li ser bingeha jêhatîbûn û hişmendiyê derfet ji her duyan re bê dayîn. Ev derfet jî divê ne li ser bingeha temsîlkirina şeklî be.

Elîfe di dawiyê de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku di saziyên xwe de xwe bispêrin vê pergalê, ji ber ku mekanîzmayeke aktîv a demokratkirina civakê û xurtkirina îstîqrarê ye.

(mh/fr)

ANHA