Ji ber govenda kurdî cezayê disiplînê bi girtiyên jin hat dayîn

Di Girtîgeha Jinan ya Şakranê de ji ber bi stranên kurdî govend gerandin, bi hinceta ‘xirakirina nîzama giştî’ ji bo hemû girtiyên siyasî mehek cezayê astengkirina têkîlî û amûrên ragihandinê hat dayîn.

Ji ber govenda kurdî cezayê disiplînê bi girtiyên jin hat dayîn
7 tebax 2024   10:46
NAVENDA NÛÇEAYN

Di Girtîgeha Jinan ya Şakranê de di 19’ê Tîrmehê de hinek girtî ji ber bi stranên kurdî û tilîliyan govend gerandine, ji aliyê Wezareta Saziya Disiplîn ya Girtîgehê ve bi hinceta ‘xirakirina nîzama giştî’ ji bo hemû girtiyan mehek cezayê astengkirina têkîlî û amûrên ragihandinê hat dayîn.

Ji bo girtiyên Berna Çelîk, Makbule Sûnger, Esma Başkale, Fîgen Şahîn û Medîne Orhan jî qedexeya dîtinê ya mehekê hat dayîn. Di nav kesên ku hatine cezakirin de nexweşa pençeşêrê ya 59 salî Fatma Ozbay jî heye ku nikare govendê bigerîne.

 Girtiyan derbarê lêpirsîna ku hatiye vekirin de parastina xwe kirin. Ji deha zêdetir girtiyan jî cezayê muebbetê xwarine û tehliyeya wan jî nêz bûye.