Çalakvanên li Girkê Legê: Em ê desteka ji bo berxwedêrên di zindanan de bidomînin

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li Girkê Legê destnîşan kir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin û piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanên dewleta Tirk a dagirker de.

Çalakvanên li Girkê Legê: Em ê desteka ji bo berxwedêrên di zindanan de bidomînin
16 kanûn, 2023   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê ji 10’ê Kanûnê ve ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştevaniya berxwedana li zindanên dewleta Tirk, bi dirûşma “Em berxwedana zindanan silav dikin û em ê bi rih û nirxên şehîdan Rêberê xwe azad bikin” dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiyên greva birçîbûnê li bajarê Dêrikê dest pê kir, paşê li navçeya Girkê Legê û bajarê Qamişlo û du rojan dewam kir.

Di çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Girkê Legê de me nêrînên beşdaran girtin.

Welatiya bi navê Zerga Mihemed got: “Gel li ber tunebûnê bû û me bi taybet ji serdestiya zîhniyeta mêran êş kişand, lê bi derketina Rêber Abdullah Ocalan û belavbûna felsefeya wî re, jinan nasname û îradeya xwe ya rastîn nas kir."

Zerga bal kişand ser bandora çalakiya greva birçîbûnê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina bi berxwedêrên di zindanên dewleta Tirk de û wiha domand: "Em soz didin wî ku em ê bi rêgeza wî re dilsoz bimînin."

Fatima Sultan a ji Til Koçerê jî destnîşan kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wan xwe nas kir û wiha got: "Çavên me vekirin ji bo ku em bi nasname û îradeya xwe bijîn.”

Fatima diyar kir ku çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî nabin û ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bimînin, ji ber ku yekane kes e ku ji bo hevgirtina gelan di bin sîwana projeya wî ya mezin de projeya neteweya demokratîk a li ser bingeha edalet û wekheviyê tê koşiya û li ber xwe da.

Badia Elî ya ji Girkê Legê jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana Îmraliyê ya zêdetirî 25 sal e dewam dike, silav kir.

Badîa nezelalbûna raporên rêxistinên qaşo mirovahiyê îdia dikin, di serî de CPT`yê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Bi kiryarên xwe yên kirêt dixwazin têkiliya me ya bi Rêber Abdullah Ocalan re qut bikin; ji fikra azad a Rêberê me ditirsin.”

Badîa wiha pê de çû: "Em ê bê deng nemînin û li malên xwe rûnenên û heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin, em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”

Meyada Remezan sedema tevlêbûna bi dehan jinan di çalakiya greva birçîbûnê de bi bîr xist û wiha got: "Em tev li wê bûn, ji ber ku em ji felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan fêr bûn û xwendekarên dibistana wî ya fikrê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û komeke têkoşerên berxwedanê ku berxwedan jiyan e. Em ê Rêberê xwe ji dîlgirtinê rizgar bikin."

Welatiya bi navê Samiya Îbrahîm destnîşan kir ku vîna gel dê plan û komployên dewleta Tirk têk bibe ku bi rêya tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hewl dide gelê ku bi fikrê wî bawer e dûr bixe û wiha got: "Em bêtir bi biryar in ku rêya xwe ya ber bi pêkanîna serkeftinê ve ku dê bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were, temam bikin."

(şx)

ANHA