Ji ber êrişan 65 donim giya û dar li gundekî Amêdiyê şewitîn

Endamê CPT’yê Kameran Osman ragihand ku di encama topbarana îro ya dewleta Tirk a dagirker de, li derdora gundê Guherzê yê Amêdiyê 65 donim giya û dar şewitîn.

Ji ber êrişan 65 donim giya û dar li gundekî Amêdiyê şewitîn
18 hezîran, 2025   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina CPT’yê ya Amerîkî Kameran Osman têkildarî topbaran û êrişên îro yên dewleta Tirk ku li aliyekî behsa çareseriya demokratîk bi gelê Kurd re dike û li aliyek din jî rojane li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe û bênavber êrişên xwe yên hovane dike, daxuyaniyek da.

Kameran Osman got; “Îro di saetên piştî nîvro de artêşa Tirk bi rêya topavêj û obûsan derdora gundê Guherzê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê topbaran kir. Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, 65 donim giya û dar şewitin.”