Cotkar daxwaza piştgiriyê ji saziyên têkildar dikin

Berhema genim ya îsal ne bi dilê cotkaran bû, buhayê kirînê jî yê ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, têra vegerandina ziyanên li wan bûye nake. Cotkaran xwest saziyên têkildar piştgiriya wan bikin.

19 hezîran, 2025   06:15
TABQA

Ji nîvê meha Gulanê ve çinîna genimê avî li kantona Tebqayê dest pê kiriye. Genimê bejî jî ji ber kêmbûna baranê hişk bû.

Tevî gavên ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran avêtine, wek bilindkirina buhayê kirîna genim li gorî sala borî û hêsankirina xebatên wergirtina genim ji cotkaran, lê ev gav têra vegerandina zirarên mezin ên cotkaran nake.

Rêveberê navenda çandiniyê ya bajarokê Elbû Asî yê Tebqayê Mihemed El Hemad got berhema îsal gelekî kêm bû, ji her hektarekî 8 heta 10 çiwal derketin, salên berê ji her hektarekê 15 ta 30 çiwal genim dihat. El Ehmed her wiha da zanîn ku hin nexweşiyên çandiniyê jî rewşa cotkaran xerabtir kiriye.

El Hemad destnîşan kir ku pirsgirêka wan ne tenê kêmbûna berhemê bû, lê her wiha kalîteya genim jî ne baş bû, ev yek dê bibe sedema kêmbûna buhayê genim û cotkar dê nikaribin lêçûnên li çandiniyê kirine vegerînin û dê nikaribin barê lêçûnê çandiniya sala bê jî rakin.

El Hemed behsa buhabûna çinînê jî kir, ji ber ku îsal xwediyên derasan beramber çinîna her hektarekî 50 heta 10 dolaran distînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê îsal her tonek genim bi 420 dolaran bikire û serê her tonekî jî 70 dolar alîkariya bide cotkaran.

Ev buhayê kirînê bi dilê cotkaran bû. Cotkarê ji gundê El Sefsaf Elî El Muhsin der barê mijarê got: "Îsal buha li gorî par û bihayê bazarê baş e, lê ji ber kêmbûna berhemê, ev buha tenê nîvê lêçûna me vedigerîne. Yek ji sedemên sereke yên ziyanan jî derengketina belavkirina sotemeniyê bû ku me neçar man sotemeniyê ji bazara reş bi buhayên bilind bikirin. "

El Muhsin xwest di salên bê de, sotemenî û semad zûtir were peydakirin û belavkirin.

Ehmed El Mehmûd, cotkarekî li gundê El Sefsafê diyar kir ku tevî bilindkirina buhayê kirîna genim jî, lê berhem kêm bûye û cotkaran di rewşeke zehmet de ne, lewma tê xwestin ku Desteya Çandiniyê semadê peyda bike û bi buhayên arzan bide cotkaran. "

Di 6’ê Hezîranê de navenda wergirtina genim ya El Bû Asî dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

Rêveberê Navenda El Bû Asî Hemam Ehmed destnîşan kir ku zexta li ser navenda El Bû Asî îsal kêm bû, ji ber hişkesaliyê û hişkbûna genimê bejî. Ehmed diyar kir depoyên genim têra depokirina 35 hezar ton genim dike, her wiha 60 hezar ton ji demsalên berê di depoyan de ye.

(k)

ANHA