Ji nanê tenûrê ku Meryem dipêje bêhna biryadariya jinan difûre
Meryem Osman dayika 2 şehîdan e û li taxeke Qamişloyê di tenûreke kevn de nan dipêje û difiroşe. Meryem bi pehtin û firotina nan debara malbata xwe dike û ji bo hemû jinan bûye çavkaniya îlham û vîna jiyanê.
Meryem Cuma Osman (45) dayika 5 kur û 2 keçan e, ji wan 2 kur şehîd bûne. Meryem ji bo debara xwe û debara malbata xwe nanê tenûrê dipêje û difiroşe.
Meryem her roj serê sibê ji xew radibe û li mala xwe hevîr distrê, paşê berê xwe dide cihê karê xwe yê li taxa Mehmeqeya ya bajarê Qamişloyê.
Li cihê kar hevîrê xwe li tenûrê dixe, dipêje û nanê germ difiroşe şêniyan. Ew bi vê xebata xwe xwebawerî û vîna jiyanê dide nîşandan.
Meryem ji bajarê Til Birakê yê gundewarên Hesekê ye, lê ew û malbata xwe di sala 2014’an de piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê wan dagir kir, koçber bûn û li Qamişloyê bi cih bûn.
Meryemê ne tenê êş û azarên koçberiyê kişandin, lê 2 kurên wê yên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilovan li Til Marûfê û Rêdûr li Dêrazorê, di têkoşîna ji bo parastina herêmên xwe de şehîd bûn.
Meryem tevî zehmetiya vî karî, her nanekî bi 2-3 hezar lîreyan difiroşe. Meryem vê xebatê ne tenê ji bo debara mala xwe dike, lê ew her difikire ku projeya xwe fireh bike û rê bide gelek jinên din ku li ba wê bixebitin, dixwaze kooperatîfeke çêkirina nanê tenûrê ava bike.
Meryem daxwazên xwe bi rêya ajansa me arasteyî Şaredariya Gel kir ku piştgiriya wê bike da ku vê projeya xwe mezin bike ku bibe jêdera domdar a jiyana gelek jinan.
Meryem der barê mijarê got: "Hêvîdar im bi biryardarî û xwebaweriya min jib o her jinek bibe mînaka kedê p têkoşînê. Ez bawer im ku jin dikarin bibin nimûneya biryardariyê.”
ANHA