Ji ber dorpêçê li depoyan derman ji sedî 30 kêm bûne

Piştî dorpêça 4 mehan a hikumeta Şamê, li 150 depoyên dermanan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derman ji sedî 30 kêm bûne. Dermanên şekir û tansiyonê bi zorê peyda dibin û hikumeta Şamê wan derman tenê li navendên xwe yên çargoşeyên ewlehiyê difiroşe.

Ji ber dorpêçê li depoyan derman ji sedî 30 kêm bûne
19 îlon 2024   09:31
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Li dermanxaneyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê dawiyê gelek cureyên dermanan kêm bûne. Nexweşên şekir û tansiyonê di peydakirina wan de zehmetiyan dikişînin.

Ev 4 meh e hikumeta Şamê nahêle derman derbasî herêmê bibe ku dem bi dem dorpêçê li ser herêmê ferz dike.

Hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan a Qamişloyê Kamîran Mecdel Beg ji ajansa me re axivî û got: "Derman kêm in, em di peydakirina gelek cureyan de zehmetiyan dikişînin. Derman di depoyan de hehe heta 6 mehan têrê dikin. Lê dermanên şekir, tansiyonê û yên çavan tune ne.”

Li gorî Mecdel Beg li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 150 depoyên dermanan hene. Lê ji ber ku derman nakevin herêmê, li van depoyan derman ji sedî 30 kêm bûne.

Hikumeta Şamê nahêle derman derbasî herêmê bibe û li navendên xwe yên li çargoşeyên ewlehiyê difiroşe.

Mecdel Beg diyar kir ku hikumeta Şamê ji ber sedemên siyasî dermanan li ser herêmê qut dike.

Her wiha Mecdel Beg da zanîn ku hin cureyên dermanan bi rêya ajansên dermanan diketin herêmê lê buhayên wan ji yên li Heleb û Şamê cuda bûn û wiha domand: “Niha bi rêya bazirganan dikevin herêmê, ji ber wê her dermanfiroşek bi buhayekî difiroşe. Ji ber ku li herêmê kargehên dermanan kêm in û yên dermanên şekir û tansiyonê de tune ne, em neçar dibin dermanan bînin.”

Mecdel Beg aşkera kir ku Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 90`ê pêwîstiya herêmê ya dermanan ji herêmên hikumeta Şamê tîne ku kargehên dermanan li Heleb, Himsê û Şamê hene.

Mecdel Beg îşaret bi bandora kêmbûna dermanan li ser herêmê kir û got: "Kêmbûna dermanan bandorê li şêniyan û nexweşên şekir û tansiyonê dike. Em li şûna wan dermanên biyanî bi rêya bazirganan ji herêmên din peyda dikin."

Mecdel Beg anî ziman ku ji bo peydakirina dermanan hewl didin bi Desteya Tenduristiyê ya hikumeta Şamê re peymanekê îmze bikin.

Li gorî Mecdel Beg piştî 4 mehan û piştî hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cara yekê barê dermanan derbasî herêmê bû.

Mecdel Beg diyar kir ku her pêşketin an jî geşedanek li Sûriyeyê çêbe bandorê li tevahî qadan dike û wiha pê de çû: "Ji ber wê em xwe ji tevahî rewşan re hazir dikin. Em dermanan depo dikin ku têra herêmê bike. Lê dorpêça berdewam, bandorê li karê me dike. Me gelek caran pêşniyar kiriye ku kargehên dermanan li herêmê werin avakirin. Li hin herêman hewldan hene lê derfetên kêm û hedefgirtina wan ji aliyê dewleta Tirk ve, van hewldanan asteng dikin."

Mecdel Beg di dawiyê de got: "Dibe dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî herêmê de her kargehekê topbaran bike û wêran bike. Mînaka herî berçav jî, topbarankirina stasyona oksîjenê ya li Qamişloyê ye. Ji ber êrişên dewleta Tirk em nikarin kargehekê li herêmê ava bikin."

(şx)

ANHA