Dewleta Tirk bombe li çiyayê Qendîlê barandin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Qendilê bi dijwarî bombebaran kir.

Dewleta Tirk bombe li çiyayê Qendîlê barandin
19 îlon 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Erebî ya Rojnewsê, balafirên dewleta Tirk a dagirker di saetên barbanga îro de çiyayê Qendîlê yê parêzgeha Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir.

Hat zanîn ku balafirên dewleta Tirk heya niha li ser navçeya Ranya ya Silêmaniyê digerin.

Der barê zerarên bombebaranê  de agahî nehatin parvekirin.

(bb)