331 roj di ser girtina Silêman Ehmed re derbas bû

Rojnamevan Silêman Ehmed 331 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Ehmed piştî 279 rojan hatibû dadgehkirin û PDK’ê 3 sal ceza lê birîbû.

331 roj di ser girtina Silêman Ehmed re derbas bû
19 îlon, 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsîd a Helebê. Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin. Ehmed 331 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kir. Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

Herî dawî parêzerên Silêman Ehmed îtîraz li biryarê kir û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temyîzê kir da ku biryara dawî bidin.