Ji ber bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku li herêmên desthilata Şamê di 24 saetên dawî de 3 kes ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin
23 adar, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de di 24 saetên dawî de zarok û 2 kes ji ber teqîna bermahiyên şer hatin kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de da zanîn ku li gundê Melaca yê başûrê Idlibê zarokek dema pezê xwe diçêrand, ji ber teqîna mayînekê hat kuştin.

Li bajarê Suxna yê gundewarê Humisê jî ji ber teqîna mayînekê bi erebeyeke sivîlan kesek hat kuştin, li herêma Til Kelexê jî kese ji ber teqîna mayînekê hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal (2025) ve, li Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer 65 zarok û 15 jin di nav de 300 kes hatin kuştin. Her wiha 125 zarok û 3 jin di nav de 294 kes jî birîndar bûne.

(bb)