QSD: DAIŞ hewl dide sûdê ji rewşa tevlihev a Sûriyeyê bigire

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 6’an a têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê de diyar kir ku DAIŞ’ê hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê bigire û xwe zindî bike. QSD’ê ji bo rêgirtina li pêşiya vegera DAIŞ’ê jî banga tevkariyê kir.

QSD: DAIŞ hewl dide sûdê ji rewşa tevlihev a Sûriyeyê bigire
23 adar, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina bajarê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 6 sal di ser serkeftina dîrok û ceografî derbas dibin, ku hêzên me QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Baxozê (baregeha dawî li Sûriyeyê ya di destê rêxistina DAIŞ a terorîst mabû) bi dest xisitin.

Di serî de bi vê munasebetê em tevahî şehîdên xwe yên ku di tevahî pêngavên ku hêzên me ji bo rizgarkirina herêmên me ji rêxistina DAIŞ’ê bi dest xistine canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tevahî şervanên xwe yên li dijî êrişan li ber xwe dane û hevgirtina gelê me ya bi hêzên me re ku sedema vê serkeftina mezin silav dikin.

Di demekê de ku artêşên dewletên mezin li hemberî rêxistina terorîst bê çar mabûn, hêzên me DAIŞ a ku fesadî, tarîtî û xirabî çêkiribûn, têk bir, ewlehî li herêman vegerand û cîhan ji şer û terora wê dûr xist. Ev serkeftin qonaxeke girîng di şerê domdar ê li dijî vê rêxistinê de bû. Lê bermahiyên rêxistina terorîst a ku gefên domdar li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin, hîna hene. Ji bo rêgirtina li ber vegera DAIŞ’ê kedên zêdetir, tevkariya îstîxbaratî, ewlehî, herêmî û navneteweyî pêwîst in.

Çalakiyên hêzên me yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in. Hêzên me di salên dawîn de operasyonên ewlehî û leşkerî li dar xistin. Di encamê de bi sedan şaneyên DAIŞ’ê ji hev birin, gelek endam û fermandarên sereke yên DAIŞ’ê girtin ku hin ji wan di êrişên li ser girtîgeha Sînaayê de cih girtibûn.

Rêxistina terorîst sûdê ji rewşa tevlihev û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê digire û hewl dide xwe zindî bike. DAIŞ’ê kupiştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, gelek cek bi dest xistin, êriş û çalakiyên xwe yên terorîst zêdetir kirine. DAIŞ’ê her tim li hawirdorên tevlihev û vala û bê istiqrar çalak in.

Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navneteweyî, avakirina dadgeheke navneteweyî heye. Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên tundraw ên DAIŞ’ê pêdivî bi danîna stratejiyên demdirêj heye. Ji bo qurbaniyên sûcên rêxistina DAIŞ a terorîst jî divê edalet pêk were.

Ji ber ku rêxistina terorîst li ser tevahî cîhanê tedîd e, desteka navneteweyî di şerê domdar ê li dijî wê de girîng e. Lew ra ji bo ji bo rêxistina DAIŞ a terorîst sûdê ji rewşa bê istiqrar a li Sûriyeyê wernegirte û xwe komî ser hev neke, desteke siyasî û leşkerî ya domdar hewce dikin. Tê zanîn ku ewlehiya herêmê û cîhanê heya radeyeke mezin bi pêşîgirtina li vegera DAIŞ’ê ve girêdayî ne.

Careke din em teqez dikin ku em ê mîsyona xwe ya têkoşîna li dijî terorê û mîsogerkirina siberojeke aram ji bo tevahî gelên vê herêmê re bidomînin. Lê ev mîsyon beşek ji cenga xwecih û navneteweyî ya li dijî wê ye. Bi vê boneyê em bang li hevkarên xwe û civaka navneteweyî de dikin ku di vê cengê de bi me re bisekinin da ku ewlehî û aştiyeke daîmî û edalet pêk werin."

(bb)