Êrişên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaqê hatin têkbirin

Di çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê de, li Bendava Tişrînê û Qereqozaqê hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî jî hatin rûxandin.

Êrişên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaqê hatin têkbirin
23 adar, 2025   11:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya şer de ev agahî parve kirin:

"Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ketin meha xwe ya 4’an. Bi saya berxwedan û sekna hêzên me dagirker û çete tu pêşketin bi dest nexistin.

Eniya Bendava Tişrînê; çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh saet 07.00’an êrişî nuqteyeke hêzên me kir. Şervanên me êriş têk bir û 2 çete hatin kuştin.

Saet di 11.00’an de çeteyan ji bo rakirina cenazeyên kuştiyên xwe careke din êriş kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me ev êriş jî hat têkbirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û hin din birîndar bûn. Piştî êriş hatin têkbirin çeteyan bi obîsên giran û hawnan êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn. Di wan kêliyan de balafiran jî li ser herêmê digeriyan.

Saet 13.00’an, balafireke bê mirov  a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bakurê bendavê êrişî nuqteyeke hêzên me kir. Di encamê de şervanek şehîd bû û yek din birîndar bû.

Li hemberî êrişên dagirker û çeteyan, Yekîneyên Şehîd Harûn saet 12.00’an çalakiyek kir. Di encamê de erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên tê de nehatin zanîn.

Eniya Qereqozaqê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran û hawnan gundên Bîr Hiso û Xişxaşe bi zêdetirî 13 guleyan topbaran kirin. Di encama topbaranê de zerarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Li hemberî êrişên dagirker û çeteyan, şervanên me du 3 çalakî li dar xist. Di çalakiyên li dijî nuqte û çeperên dagirker û çeteyan hat kirin de nuqteya kombûna çeteyan  û erebeyeke leşkerî ya PIK UP hatin derbekirin. Hejmara kuştî û birîndaran nehatin tesbîtkirin."

(bb)