Ji Awazê Çiya Klîba "Agir"

Koma Awazê Çiya klîbek nû amade kir. Komê ji bo strana "Agir" klîbek kişand û li malpera Med Hunerê weşand.

Ji Awazê Çiya Klîba "Agir"
6 ÇILE, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Strana "Agir" ji bo bîranîna endamê Awazê Çiya şehîd Agir Serîhildan (Aram Merdanî) hatiye saz kirin. Gotin û muzîka stranê Awazê Çiya çêkiriye û stranê endamê komê Zanyar Zenda dibêje. Klîb bi dîmenên şehîd Agir Serîhildan hatiye xemilandin.

Awazê Çiya 15'ê Tebaxa 2025an albûma "Dara Jiyanê" derxistibû û strana "Agir" di vê albûmê de parve kiribû. Lînka klîba "Agir" ev e:

Gotinên stranê wiha ye:

Agir

Gotin û Muzîk: Awazê Çiya

Stranbêj: Zanyar Zenda

Bindestê bêriyên te nîgeranim

Loma nakewe elem bêhedanim

Dibare ser min de baran

Dibare ser min baran

Milek Agire milekê din xembarim îro

Bihara îsal bê te dibişkive

Li biharê geryane şemala te

Tu dildarek biharîne

Tu dildarek biharîn

Rojên çiyayî lêger û ji bêriyên te ne

Xema te bareke her ser milaye

Te bar kir hawirdor ma bêtebate

Li ber çavan dil agire

Li ber çavan agirê dil

Dûrî çavan tu gernasekê ji Mahabade

KURTEJIYANA AGIR SERÎHILDAN

Agir Serîhildan (Aram Merdanî) di sala 1996'an de li Mahabadê ji dayik bû. Li zanîngehê di warê wênesazî û sînemayê xwendiye û lîsansa bilind wergirtiye. Her wiha di warê muzîkê de lêkolîn kiriye û bûye hostayê lêxistina gîtarê.

Agir Serîhildan di sala 2019'an de bû gerîla û di nav xebatên TEV-ÇAND'ê de cih girt. Di warên wênesazî, sînema û muzîkê de xizmeta şoreşê kir û bû endamê koma Awazê Çiya.

Agir Serîhildan di 6'ê Çileya 2025'an de, di encama qezayek trafîkê de tevlî kerwana şehîdan bûye. TEV-ÇAND'ê bo bîranîna Agir Serîhildan daxuyaniyek parve kiribû û gotibû: "Hevalê Agir rewşenbîrekî jêhatî û hunermendekî afirîner bû. Bi dîsîplîn, fedakarî û hevaltiya xwe mînakek bêhempa bû."