Di topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd de 2 zarok birîndar bûn

Di topbarana komên çekdar ên hikumeta veguhêz li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 2 zarok birîndar bûn.

Di topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd de 2 zarok birîndar bûn
6 ÇILE, 2026   15:37
HELEB

Di topbarana komên çekdar ên hikumeta veguhêz li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de zarokên bi navê Îvan Ebdo yê 2 salî û Şam Dilo yê 3 salî birîdar bûn û rewşa wan a tenduristî heta niha ne diyar e.

Komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji sibê de êrişên dijwar bi çekên gira û doronan li ser taxa Şêxmeqsûd pêk tîne, di encamê de kesek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Komên çekdar her wiha herêma Dêr Hafirê li kantona Tebqayê û derdora bendava Tişrînê li kantona Firatê jî topabaran kir.

(k)