Ji astengdarên Minbicê re şahî hate lidarxistin

Komîteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê bi diruşma ′lihevcivandin şadiyê′ li dar xist.

17 kanûn, 2023   17:39
MINBIC

Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê Komîteya Karên û Barên Civakî bi hevkariya Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê bi beşdariya endamên Rêverberiya Sivîl a Demokratîk a Minbciê û saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan û astengdaran, şahiyek hate lidarxistin. Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Mibicê bi diruşma ′lihevcivandina şadiyê′ hate organîzekirin.

Di şahiyê de ciwana bi navê Xada El Casim helbest xwend.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Astengdaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezet El Derwêş axivî û got: "Em ê piştgiriya madî  û perwerdeyê ji astengdaran re pêşkêş bikin û xebata wan a têkildarî hemû qonax û rewşan dewma bikin."

Li aliyekî din hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo axivî û got ev beş di civakê de girîng e, ji lew re divê piştgiriya wan bê kirin, heta ku di tevah aliyên jiyanê û Rêveberiya Xweser de aktîf bin.

El Ebo wiha got: "Em hêza xwe ji wan digirin û em dixwazin gav bi gav ber bi pêş ve biçin, û li gorî fikra neteweya demokratîk welat, pêşeroj û civaka xwe bigihînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, sînevîzyonek li ser hewldanên Komîteya Kar û Barên Civakî û Nivîsgeha Astengdaran a der barê avakirina peymangehekê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji astengdaran hate pêşandan.

Şahî bi stran û şanoyekê li ser reşa astengdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA