Li herêmên Şamê teqîna mayînan: 2 kuştî, 2 birîndar

Hate ragihandinên ku li herêmên hikumeta Şamê di encama teqîna mayînan de 2 kes mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li herêmên Şamê teqîna mayînan: 2 kuştî, 2 birîndar
15 adar, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêma Rehraha ya gundewarê Hemayê mayînek bi erebeyekê ve teqiya. Hate diyarkirin ku encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bûye.

Di nûçeya SOHR de hate diyarkirin ku li beyara Ceîdîn a rojavayê Reqayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de jî mayînek a ji bermahiyên şer teqiya. Hate ragihandin ku di encama vê teqînê de kesek birîndar bûye.

Li gorî daneyên SOHR’ê ji destpêka îsal ve, di nav de 7 jin û 24 zarok bi giştî 58 kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane û 65 kesên din birîndar bûne.

(bb)