Bîlançoya bagera li Fîlîpînan giran dibe

Bagera Kalmaegî ya ku li Fîlîpînan xist, bû sedema ku li seranserê welêt wêraniyeke mezin rû bide. Li gorî bîlançoya nû herî kêm 140 kes mirine.

Bîlançoya bagera li Fîlîpînan giran dibe
6 mijdar, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedaran ragihand ku di encama bagera Kalmaegî de herî kêm 140 kes mirine. Hat diyarkirin ku gelek bajar û gund di bin avê de mane û bi hezaran kes bê mal mane. Dibe ku bager îşev bigihîje peravên Vîetnamê.

Li eyaleta Cebu bajar bi tevahî di bin avê de man, wesayît û konteyner li ber avê çûn. Mirovên ku hewl dan xwe ji lehiyê rizgar bikin, neçar mane ku li ser banan bi cih bibin.

Li Liloanê herî kêm cenazeyê 35 kesan hatin derxistin. Gelek banî ji ber bagerê ketin û tax di nava heriyê de man.

Li Girava Negros jî barana dijwar çalên li dora volkana Kanaonê xistin tevgerê. Ji heriyê ku bajar tev di bin de ma, 30 kes mirin.

6 wezîfedarên ku di helîkoptereke leşkerî de ji bo rizgarkirinê çûbûn herêmê, piştî ku helîkopter ket xwarê, mirin.

Cîgirê serokwezîr Tran Hong Ha bager wek "pir xeternak" bi nav kir û banga tedbîrên lezgîn kir.

Pisporan destnîşan dikin ku germbûna avhewayê hêza bagerê dijwartir dike.

Îsal tevî bagera Kalmaegî 20 bageran li Fîlîpînan xist. Lê karesata herî mezin ku bû sedema wêranî û windahiyek mezin, Kalmaegî ye.