Qalîbaf: Amerîka hewl dide Îranê teslîm bigire

Serokê Meclisa Şêwirê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku welatê wî rûbirûyî "yek ji mezintirîn şerê serdemê ye" û "dimin hewl dide bi rêya zextên aborî û dorpêça deryayî Îranê ji hundir ve lawaz bike û ber bi teslîmbûyînê ve dehf dide."

Qalîbaf: Amerîka hewl dide Îranê teslîm bigire
6 gulan, 2026   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Şêwirê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf daxuyand ku Amerîka bi zextên li korîdorên deryayî weke Tengava Hurmuzê û dorpêça deryayî hewl dide zexta aborî li Îranê bike.

Qalîbaf anî ziman ku "rihên hin krîzên aborî vedigerin pirsgirêkên berê, hin beşên din jî girêdayî şert û mercên şerê heyî ne." Qalîbaf bang li rayedarên Îranê kir ku ji bo sivikkirina bandorên van zextan li ser welatiyan hevkariyê xurt bikin.

Qalîbaf da zanîn ku pêwîst e hikumeta ji gel re planên xwe yên rûbirbûna bilindbûna bihayan zelal bike.

(fr)