Îsraîlê sê kampên penaberan vala kirin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku sê kampên penaberan ên li bakurê Şerîa Rojava hatine valakirin.

Îsraîlê sê kampên penaberan vala kirin
23 sibat, 2025   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz roja Yekşemê daxuyaniyek da û ragihand ku artêşa Îsraîlê li bakurê Şerîa Rojava sê kampên penaberan ên Filistînî vala kiriye û ferman dane ku destûrê nedin vegerê.

Israel Katz got, "Ji kampên penaberan ên Cenîn, Tûlkarem û Nûr Şemsê 40 hezar Filistînî hatin veguhestin û ev kamp êdî ji şêniyên wê hatin xalîkirin."

Katz got, "Min ferman da (leşkeran) ku ji bo li kampên hatine valakirin tevahiya salê bimînin xwe amade bikin, nehêlin şêniyên kampan vegerin û destûrê nedin terorîzm ji nû ve zindî bibe."