Li Hesekê 2 diz hatin girtin

Du kesên dikanek vekirin û kel û pelên wê dizîn, hatin girtin.

Li Hesekê 2 diz hatin girtin
23 sibat, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de agahî dan.

Hate gotin, Hêzên Dijî Sûcan a Kantona Cizîrê roja 21’ê Sibatê du kes binçav kirin ku li Hesekê dikaneke vekirin û kel û pelên wê dizîn.

Hate diyarkirin ku Hêzên Dijî Sûcan "Piştî wergirtina giliyekê ji xwendiyê dikanê lêkolîn dan destpêkirin. Di encamê de du kesên diziya dikanê kirin binçav kirin. "

Hate destnîşankirin ku her du kes di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku diziya dikanê kirine.

Hate gotin her du kes sewqî dadgeha giştî hatin kirin da ku li gorî qanûnê werin cezakirin.

Hate ragihandin, meqesa vekirina dikanan, rextekî leşkerî, alav û mohrên dikanê, cilekî leşkerî yê polîsên rejîma berê, du telefonên bêtêl û mask ku li cem her du kesan hatin dîtin, hatin desteserkirin.

Di dawiyê de bang li şêniyan hat kirin ku eger tevgerên biguman bibînin agahî bidin hêzên ewlekariyê û di xurtkirina ewlehiya herêmê de bibin alîkar.

(bb)