Îsraîlê ragihand ku fermandarekî din ê Hizbullahê hatiye kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê pergala ragihandinê ya Hizbullahê Mihemed Reşîd Skafî hat kuştin.

Îsraîlê ragihand ku fermandarekî din ê Hizbullahê hatiye kuştin
4 cotmeh, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê pergala ragihandinê ya Hizbullah Mihemed Reşîd Skafî duh (Pêncşem 3 Cotmeh) di derbeyekê de li Beyrûtê hat kuştin. Artêşê diyar kir ku Skafî piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî  hate kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser “X”ê  parve kiriye  de diyar kir ku artêşa Îsraîlê fermandarê pergala ragihandinê ya Hizbullahê Mihemed Reşîd Skafî tune kir.

Li gorî Adraee, Skavî yek ji rayedarên kevin ên Hizbullahê ye, ji sala 2000’î ve wezîfeya fermandariya pergala ragihandinê dike  û di nava partiyên de xwedî pisporî û reyeyên berfireh bû.

(bb)