Elî Xamineyî xutbe da: Mafê gelê Filistînê heye li dijî dijmin serî hilde

Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand ku Dijminê gelê Îranê, di heman demê de dijminê gelê Filistîn, Lubnan, Iraq, Misir, Sûriye û Yemenê ye. Mafê gelê Filistînê ye ku li dijî dijmin serî hilde.”

Elî Xamineyî xutbe da: Mafê gelê Filistînê heye li dijî dijmin serî hilde
4 cotmeh, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî piştî 4 salan îro çû xutbeyê û gotarek pêşkêş kir.

Elî Xemineyî d gotara xwe behsa aloziyên li Rojhilata Navîn, şerê Lubnan û Îsraîlê, êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê axivî. Elî Xamineyî diyar kir ku wê Artêşa Îranê bersiva her êrişek dijminên Îranê bide.

Elî Xamineyî got; “Hemû miletek xwedî mafê parastina xweye û mafê miletê Filistînê heye ku dijî dagirkeran rawestin. Mafê kesê nîne jibo Filistînî û Lubnaniyan bêje ji bo çi hun li beramberî Îsraîlê radiwestin. Me karek yasayî kiriye û divê çarçoveyê de çi erka dewleta Îranê hebe, wê bike.”

Xamineyî diyarkir ku bi kuştina serkirdeyên Meqawmey lewaz nebûye û wê xebata xwe bidomînin û got; “Ev bersiva me ya herî sivik bû, dijminê gelê Îranê, di heman demê de dijminê gelê Filistîn, Libnan, Iraq, Misir, Sûriye û Yemenê ye. Mafê gelê Filistînê ye ku li dijî dijmin serî hilde. Hiqûqa navneteweyî îro piştgirî û piştrast dike. Mafê ti dadgeh, navend û saziyeke navneteweyî nîne ku gelê Filistînê biparêze. Ew mafê Filistîniyane. Gelê Libnanê hûn qehremanin, ev dijminê tirsonek ti carî dawî li hebûna Hizbulah û Hemasê naîne. Şerê me yê di rêya Xwedê de dê berdewam bike. Em nêzîk in û ber bi serkeftinê ve diçin lê ew difikirin ku bi kuştinê û bi tûnekirina sivîlan dê bigihêjin armancên xwe.”