Dewleta Tirk sînorê Dihokê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Dewleta Tirk sînorê Dihokê bombebaran kir
4 cotmeh, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê dewleta Tirk a dagirker sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kiriye. Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.

Nehat zanîn bêka êriş bi rêya balafirên şer an jî topan pêkhatiye.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk di rojên dawî de gundên navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bi dijwarî bombebaran dike, bi hevkariya PDK’ê hewl dide gundan ji niştecihan bide valekirin û dagirkeriya xwe berfirehtir bike.