Îsraîlê moşekên Hûsiyan bê bandor kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê moşekên ku Hûsiyan ji Yemenê avêtine Îsraîlê bê bandor kirin. Êrişa bi moşekan piştî bombebarana Îsraîlê li dijî baregehên Hûsiyan ku di encamê de 9 kes hatin kuştin û 118 birîndar bûn, pêk hat.

Îsraîlê moşekên Hûsiyan bê bandor kirin
11 îlon, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê bersiva êrişa moşekên ku ji Yemenê hate avêtin ve da û bê bandor kirin.

Artêşa Îsraîlê bi nivîsekê li ser Telgeramˊê diyar kir ku pergala wê ya parastina asîmanî moşekên ku Hûsiyan ji Yemenê ve avêtine da û xistin xwarê.

Li gorî artêşê, Hûsî bi mijara piştgirîdayîna Tevgera Hemasˊê li Xezayê bi moşekan êrişî Îsraîlê dike.

Ev geşedan piştî rojekê di ser bombebarana Îsraîlê ya berfireh li dijî baregehên leşkerî yên Husiyên re pêk hat.

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan duh ragihandibû ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî baregehên Hûsyan li Yemenê de 9 kes hatin kuştin û 118 birîndar bûn.

Berdevkê Wezaretê Enîs El Esbehî der barê mijarê de nivîsek li ser malpera xwe ya (X)ê parve kir. Di nivîsê de hat diyarkirin ku xebatên lêgerîna di bin bermahiyan de li cenazeyan didome.

(dc)