Krîza avê ya Iraqê û bandorên êrişa Dohayê sernavên ragihandina erebî ne

Ragihandina erebî di mijarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser kêmbûna rêjeya avê ya çemê Firatê û diyar kir ku Iraq zehmetiyên mezin ên jîngehê û avê dikişîne û behsa bandora êrişa Îsraîlê li ser Qeterê hat kirin.

Krîza avê ya Iraqê û bandorên êrişa Dohayê sernavên ragihandina erebî ne
11 îlon, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina erebî vê sibehê di mijarên xwe de bal kişand ser krîza avê ya ji ber kêmbûna rêjeya wê li çemê Firatê ya li Iraqê û senaryoyên gengaz piştî êrişa Îsraîlê ya dijî Dohayê.

ˋFIRAT VEDIGUHERE HAWÛZANˊ

Rojnameya El Ereb der barê krîza jîngehê û avê ya xeternak ku li Iraqê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê çêbûye de nivîsek parve kir. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku ji dîmenê çemê mezinahiya zehmetiyên jîngehê û avê yên ku Iraq pê re rû bi rû ye aşkera dibe. Rêjeya avê ya çemê di van hefteyên borî de pir kêm bûye.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev kêmbûna zêde ya herikîna avê, bi taybet li herêmên başûr, li gel aliyên fermî û jîngehî fikarên zêde çêkirin. Ji ber ku ev kêmbûna zêde qirêjiyê zêdetir dike û kevzê belav dike û bi wê re kanalên avê dixetimîne. Êdî ji ber kêmbûna avê, çem veguheriye hawûzan. Rojnameyê da zanîn ku ji bo dabînkirina daneyên avê bi awayekî sereke pişta xwe dide çemên Dicle û Firatê.

Rojnameyê nivîsî ku krîza avê ne tenê ji ber guhertinên avhewayê ve ne, lê ji ber siyasetên avê yên herêmî krîz kûrtir dibe û hikumeta Iraqê "Her tim avakirina bendavan li ser çemê ji hêla Tirkiyeyê û Îranê ve şermezar dike. Ji ber ku bi wê yek mîqdara herikîna avê ji bo xaka Iraqê kêm dibe".

Rojnameyê bi bîr xist ku krîza avê ne tenê pirsgirêkeke jîngehê ye, lê êdî bûye mijara hebûnê ku gefan li ewlehiya xurekê, tenduristî û aborî ya milyonan iraqiyan dixwe.

ˋPIŞTÎ ÊRIŞA DOHAYÊ 3 SENARYO JI BO AGIRBESTA XEZAYÊˊ

Rojnameya Şerq El Ewest bi sernavê "Piştî êrişa Dohayê 3 senaryoyên ji bo agirebesta Xezayê" nivîsek parve kir. Rojnameyê di vê nivîsê de diyar kir ku piştî êrişa Îsraîlê li dijî Hemasê li Dohayê 3 senaryoyên gengaz hene; gihandina girêbestekê bi zextên Amerîkayê, yan jî cemidandina demkî ya dan û standinan an jî rageşiya mezin a îsraîlê ku proseya dan û standinê bi tevahî bicemidîne û rolên navbeynkaran bi awayekî demkî taloq bike.

Rojnameyê aşkera kir ku êrişa Dohayê "hevkêşe guhert", beriya wê û piştî wê ne wek hev in, nexasim di aliyê dan û standinan de. Rojnameyê texmîn kir ku cemidandina demkî ya dan û standin çêbibe û piştre lihevkirin an jî zext li Hemasê bê kirin ku pêşniyara Trump qebûl bike. Li kêlek wê jî texmîn kir ku Netanyahu rageşiya leşkerî zêdetir bike.

Tora BBCˊiyê girîngî da armancên siyasî yên êrişê û diyar kir ku Qeterê êriş bi "terora dewletê" bi nav kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî der barê êrişê de diyar kir ku "Êrişa li ser Qeterê dubare nabe. Birara ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatiye girtin, ne biryara min bû." Rojnameyê da zanîn ku dibe ku Qeter li dijî Îsraîlê aliyê dîplomasî bi kar bîne û zextê lê bike. Ji ber ku hevalbendên Amerîkayê yên Kendavî di mijarên karîna Amerîkayê ya ewlebûnê de bi gûman in.

BBCˊiyê destnîşan kir ku dibe ev êriş di têkiliyên Kendav û Amerîkayê de "bibe xala werçerxê" û pêdiviya xurtkirina pergala bersivdanê ya Kendavê zêdetir bike û hevrêziya di navbera dewletên Kendavê de ji bo rûbirûbûna gefên gengaz ên siberojê bihêztir bike.

(fr)