’Pîlotek û 175 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin’

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di saetên şevê de 13 dronên Ukraynayê rûxandine. Hate diyarkirin ku di 24 saetên dawîn zêdetirî 175 leşkerên ukranî li eniya Kurskê hatine kuştin.

’Pîlotek û 175 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin’
13 nîsan, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, pergalên parastina hewayî 13 dronên Ukraynayê li ser herêma Rostovê û yek jî li ser herêma Belgorodê îmha kirin.

Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawîn de zêdetirî 175 leşkerên hêzên Ukraynayê li herêma sînorî ya kantona Kursk a Rûsyayê hatin kuştine û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin.

Di dewama daxuyaniya wezartê de hate gotin "Yekîneyên hêzên Rûsyayê ku operasyonên xwe yên êrişkirinê didomînin, li deverên Belovody, Vladimirovka, Miropolje, Mogritsa, Sadki, Yunakovka û Yablonovka yên herêma Sumy, teşkîlatên êrişkar ên ûkranî kirin hedef."

BALAFIREKE F-16 A UKRAYNAYÊ HAT XISTIN

Servîsa Ukraynayê ya radyoya BBC ya brîtanî ku agahiyên xwe ji çavkaniyên hikumetê wergirtine, ragihand ku moşekên Rûsyayê li herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê balafireke şer a F-16 xistin xwarê û pîlotekî Ukraynayê jiyana xwe ji dest da.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştrast kir ku pîlotê balafira şer F-16 Kaptan Pavlo Ivanov (26) duh di dema mîsyona şer de hat kuştin.

Zelensky sersaxî ji malbata pîlot Pavlo Ivanov re xwest û navê "lehengê Ukraynayê" da pîlot. Her wiha anî ziman ku dê sedemên wefata pîlot were zelalkirin.

Di havîna par de jî Kîevê balafireke F-16 ji dest dabû.

(bb)