Îsraîlê li Sûriyeyê 2 dever kirin hedef

Îsraîlê li gundewarên Humisê kargehek û li Hemayê baregeheke leşkerî kirin hedef.

Îsraîlê li Sûriyeyê 2 dever kirin hedef
10 cotmeh, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa SANAˈyê ya ser bi hikumeta Şamê ve, artêşa Îsraîlê li bajarê Hesya yê gundewarên Humisê kargeheke erebeyan û li gundewarên Hemayê baregeheke leşkerî bombebaran kirin.

Heman ajansê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih wergirtine, ragihand ku êriş saet nêzî 01.00ˈan pêk hatiye, di encamê de tenê zirarên madî çêbûne.

Artêşa Îsraîlê duh bi şev jî bi balafireke bêmirov a biçek avahiya polîsan a hikumeta Şamê ya li Çerxerêya El Elem a li deriyê rojhilat ê têketina bajarê Quneytîrayê bombebaran kiribû. Li gorî SOHR’ê, di bombebaranê de polîsek hate kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 106 êriş (87 hewayî û 19 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîn. Di encama wan êrişan de nêzî 192 hedef (depoyên çekan, bargeh, navend û erebe) îmha bûn.

(bb)