Gefên Îranê û metirsiyên Amerîkayê yên ji bersiva Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî cih da aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û metirsiyên Amerîkayê yên ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê di çarçoveya bersiva wê ya li dijî êrişa Îranê de.

Gefên Îranê û metirsiyên Amerîkayê yên ji bersiva Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne
10 cotmeh, 2024   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn nûçeyek bi sernavê "Hemwextî gera Araqcî, Îranê gef xwar ku êrişî dewletên Kendavê bike" weşand. 

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku Îranê gef li dewletên Kendavê xwariye ku heke "destûr bide balafirên dijber di qadên wan ên hewayî re derbas bibin" dê êrişî wan bike. Li gorî rojnameyê Îran di vir de behsa êrişa pêşbînkirî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê dike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku gef hemwextî serdana wezîrê karên derve yê Îranê Abas Araqcî hatin ku gelek pirs çêkirin.

Rayedarekî îranî yê payebilind bi bîr xist ku Tehranê dewletên Kendavê agahdar kirine ku "nayê qebûlkirin dewletên Kendavê qadên xwe yên hewayî yan jî baregehên xwe li dijî Îranê bi kar bînin û heke wisa kirin jî Îran dê bersivê bide.

Herêma Rojhilata Navîn li benda bersiva Îsraîlê ya li hember êrişa Îranê ye ku di wê êrişê de tu kes li Îsraîlê nehate kuştin û Washingtonê êriş wek bêbandor wesifand.

‘GELO HIZBULLAH JI RÊGEZA "HERÊMÊN YEKGIRTÎ" VEKIŞIYA?’

Rojnameya El Beyan di nûçeya xwe de cih da encamên êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê û diyar kir ku Hizbullahê behsê kir ku girêdana bi Xezayê re qut bike. Rojnameyê bi bîr xist ku Hizbullah ji şertên xwe yên berê vekişiye û ji bo agirbesta li Lubnanê êdî agirbestê li Xezayê nake şert. Vê jî bi xwe re li gorî rojnameyê gelek pirs têkildarî devberdana Hizbullahê ji Xezayê yan jî "herêmên hevgirtî" çêkirin.

Rojname vê nirxandina xwe bi axaftina cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim piştrast dike ku behsa agirbestê kir lê qet behsa Xezayê nekir. Ruxmî ku Hizbullahê gotibû bêyî agirbesta li Xezayê tu agirbestan qebûl nake.

‘WASHINGTON JI TEVGERÊN VEŞARTÎ YÊN ÎSRAÎLÊ BI FIKAR E’

Malpera El Hura destnîşan kir ku Washington ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê bi fikar e. Li gorî malperê, tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pabendî "parastina ewlehiya Îsraîlê ye" lê rêveberiya Joe Biden ji "tevgerên veşartî" yên ku hikumeta Îsraîlê aşkera nekirine û li derveyî çarçoveya koordîneyê ye, bi fikar e.

Malperê bi bîr xist ku Washington bi fikar e ku Îsraîlê bêyî lê vegere, gavan biavêje, mîna kuştina sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrallah.

Rojnameyê cih da nirxandinên rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ku ji rojnameya Wall Street Journal re axivîne ku "DYA ji tevgerên Îsraîlê bedbîn e. Ji ber ku dem pê re tune bû ku hêzên xwe li cihên guncaw ji bo piştgiriya Îsraîlê yan jî parastina hêzên xwe yên li herêmê bi cih bike.”

Malperê aşkera kir ku herî zêde DYA ji darbeya muhtemel a Îsraîlê ya li dijî Îranê bi fikar e û hin rayedarên amerîkî diyar kir ku "Îsraîlê heta niha detayên planên xwe yên bersivandina êrişên Îranê nedane."

(şx)