Îsraîlê operesyonek berfireh li Sûriyê pêk anî

Rojnameyek Îsraîlî aşkera kir ku artêşa Îsraîlê opersyoneke leşkerî yên berfireh di xaka Sûriyeyê de pêk anî. Hate gotin opersyon 14 saetan dewam kir û hêzên Îsraîlê 38 kîlometreyan di xaka Sûriyeyê de pêş ve hat. Di encamê de miqdarek mezin a çek û cebilxaneyên li bargehên rêjîma Sûriyeyê ya berê, hat desteserkirin.

Îsraîlê operesyonek berfireh li Sûriyê pêk anî
14 îlon, 2025   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîlî ya “Yedioth Ahronoth” ragihand ku duh artêşa Îsraîlê opersyonek berfireh di hundirê xaka Sûriyeyê de pêk anî. Li gorî rojnameyê opersyon 14 saetan dewam kir û bi dirêjiya 38 kîlometreyan hêzên Îsraîlê derbasî xaka Sûriyeyê bû.

Rojnameyê destnîşan kir ku bi sedan leşkerê Îsraîlî yên endamê Tugaya 210’an û yekîneyên Lîwaya 551 û tabûra 299’an cihê xwe di opersyonê de girtin. Di opersyonê de du baregehên rejîma berê ya Sûriyeyê hatin hedefgirtin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, artêşa Îsraîlê di encama opersyonê de miqdarek mezin a çek û cebilxaneyan destser kir, di nav de fûzeyên li ser milan têne rakirin, topên hawan, 2 tangên kevin û kamyonên çekan ji bo Hizbullah Lubnanê hatibûn şandin, hene.

Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê di opersyonê de 3.5 ton çek û ceblixane destser kirin. Artêşa Îsraîlê li ser agahiyên gundiyên herêmê yên durzî dabûn wê dest bi operasyonê kir.

Artêşa Îsraîlê piştî hilweşîna rêjîma Beşar El Esed, di xaka Sûriyê de pêş ve hat û Cebel El Şêx ku yek ji çiyayên herî bilind ê Sûriyeyê bi dest xist. Di girên Colanê de jî di navbera 5 û 10 kîlometreyan pêş ve hat. Îsraîlê li wê herêmê 8 bargehên leşkerî çêkirine.

Artêşa Îsraîlê bi behaneya têkoşîna li dijî qaçaxçiya çekan û qutkirina rêya wê ji Hizbullah û hêzên parastinê yên Durzî re, opersyonanên li herêmê zêde kirine..

(dc)