Îsraîlê li Lubnanê erebeyek kir hedef: Kesek hat kuştin

Hate zanîn ku li başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de kesek hat kuştin.

Îsraîlê li Lubnanê erebeyek kir hedef: Kesek hat kuştin
25 cotmeh, 2025   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Lubnanê, artêşa Îsraîlê bi dronekê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin.

Hate ragihandin ku bombebaran li bajarokê Harûf ê navçeya Nebetiyê yê başûrê Lubnanê nêzî dibistanekê hatiye kirin. Balafirên şer ên Îsraîlê bi nizmî li ser bajarokê Bint Cibêl û di asteke navîn de li ser bajarê Beilbek,  Dirûs û Ciwar difirin.

27’ê Mijdara 2024’an de di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbest hatibû ragihandin. Lê Îsraîl li gorî agirbestê tev nagere. Hîna jî 5 nuqteyên wê li başûrê Lubnenê hene û îdia dike ku ew çekdarên Hizbullahê dike armanc. Her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

(bb)