Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 

Şêniyên Siwêdayê ji bo azadiya kesên hatine revandin, rizgarkirina gundên di destê hikumeta veguhêz de û mafê diyarkirina çarenûsa xwe, xwepêşandan li dar xist. Di heman demê de qurbaniyên di meha Tîrmehê di êrişa hikumeta veguhêz de canê xwe ji dest daye, bi bîr anîn.

Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
Gelê Siwêdayê ji bo mafê çarenûsa xwe kom bû 
25 cotmeh, 2025   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Şehba û Meydana El Kerame ya Siwêdayê ji bo azadiya kesên hatine revandin, rizgarkirina gundên di destê hikumeta veguhêz de û mafê diyarkirina çarenûsa xwe, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de wêneyên kesên hatine revandin hatin vekirin, her wiha dirûşmên “Em rizgarkirina kesên revandî dixwazin” berz kirin. Girseya gel di her du xwepêşandanan de doza mafê diyarkirina çarenûsa xwe kir.

Girseyên gel xwest gundên li bakur û rojavayê Siwêdayê yên di destê hikumeta veguhêz de mane, ji destê wan werin derxistin û got divê zext li hikumeta veguhêz were kirin da ku rê were vekirin, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin vegerin warê xwe. Di heman demê de doza parastina mafê hemû pêkhateyan hate kirin û avakirina dewleteke demokratîk hate xwestin.

Her wiha girseyan qurbaniyên êrişa meha Tîrmehê ya bi destê çekdarên hikumeta veguhêz a li dijî Siwêdayê canê xwe ji dest daye, bi bîr anîn.

(dc)

ANHA