Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hat kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li bajarokê Harof ê başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hat kuştin
25 cotmeh, 2025   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyand ku di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê li dijî erebeyekê li nêzî dibistana seretayî ya bajarokê Harof de, welatiyek hat kuştin û yek jî birîndar bûn.

Ev rageşî, piştî 2 rojan ji êrişên balafirên şer ên Îsraîlê li dijî bajarokê Erebsalîm ê li başûrê Lubnanê pêk hat.

(fr)