Îsraîlê li Derayê malên sivîlan toparan kirin

Hêzên Îsraîlê li gundê Meiriyê yê Derayê malên sivîlan topbaran kirin. Di heman demê de jî bi ser gundê Abdîn de girt û gundekî Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê li Derayê malên sivîlan toparan kirin
17 tebax, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê yên li nuqteya Cizîrê bi cih bûne îro bi awayekî ketober malên li taxa Xerbî ya gundê Meiriyê yê Derayê topbaran kirin. Lê agahiyên der barê windahiyan de bi dest neketin.

Hemwextî wê hêzên Îsraîlê bi ser gundê Abdîn ê Hawiza Yermûkê de girt, welatî  girtin û deverên cuda yên gundewarê Quneytîrayê topbaran kirin.

(f)