Li Helebê daxwaza aşkerakirina bûyera wefata Mihemed Xemîra hat kirin

Xelkê Helebê bi xwepêşandanekê xwestin bûyera wefata Mihemed Xemîra were aşkerakirin û hesab were pirsîn.

Li Helebê daxwaza aşkerakirina bûyera wefata Mihemed Xemîra hat kirin
17 tebax, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Helebê li dijî binpêkirinên di girtîgehên hikumeta veguhêz de xwepêşandanek li qada Seedallah El Cabirî ya naverasta bajarê Helebê xwepêşandan li dar xist. Şêniyan xwest bûyera kuştina ciwanê bi navê Mihemed Xemîra were aşkerakirin û hesab wî were pirsîn. Her wiha îşkence û binpêkirinên di girîgehan de werin rawestandin.

Ciwanê bi navê Mihemed Xemîra ku di girîgeha bajarê Hefê ya gundewarê Laziqiyê de hatibû ragirtin, piştî rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Mihemed Xemîra ku berê nexweşiyên wî hebûn ji ber mûameleya xirab û îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR‘ê ji dema ketina rejîma Baasê ve 76 kes ji ber îşkenceyê di girtîgehên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest dane.

(bb)