Îsraîlê li depoyeke çekan a hikumeta Şamê da

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh li bajarê Derayê depoyeke çekan a hêzên hikumeta Şamê bombebaran kiriye.

Îsraîlê li depoyeke çekan a hikumeta Şamê da
17 sibat, 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, balafirên Îsraîlê duh bi şev başûrê Sûriyeyê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku li herêma Mehca ya Derayê depoyeke çekan a hêzên hikumeta Şamê bombebaran kiriye.

Îsraîlê ji destpêka şerê li Xezayê ve êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kirine.

(bb)