Hûsiyan keştiyeke Ingilîstanê kir hedef

Hûsiyan diyar kir ku wan îro (17 Sibat) serê sibehê keştiyeke petrolê ya Ingilîstanê  ya bi navê Pollux li Deryaya Sor kiriye hedef.

Hûsiyan keştiyeke Ingilîstanê kir hedef
17 sibat, 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El-Ewsat, berdevkê leşkerî yê Hêzên Hûsiyên Yemenê Yehya Serîi li ser hesaba xwe ya X diyar kir ku hêzên wan yên deryayî li Deryaya Sor keştiyeke petrolê ya bi navê Pollux a Ingilîstanê kiriye hedef. 

Yehya Serii got ku heta ku dorpêça li ser Filîstînê bidawî nebe, dê çalakiyên xwe li Deryaya Sor û dijî Îsraîlê berdwam bikin.

(eg/a)