Îsraîlê li Cebel El Şêx û Mezari Şeba tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin

Îsraîlê li herêma Cebel El Şêx a xaka Sûriyeyê û Mezari Şeba ya Lubnanê tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin.

Îsraîlê li Cebel El Şêx û Mezari Şeba tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin
7 kanûn, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya amadekariyên egera rageşiya ewlehî bi Hizbullahê re li eniya bakur de, artêşa Îsraîlê li herêma Cebel El Şêx û Mezari Şeba tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, armanc ji tetbîqatên leşkerî ew e ku asta amadebûna şer bilind bikin û hevrêziya di navbera hêzên bejahî û hewayî de baştir bikin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku di van tedbîqatan de wê cureyên çekan, yekîneyên bejahî û panzêer bên bikaranîn.

Ev tedbîqat digel guhertinên meydanî li herêmê ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve di 8'ê Kanûna 2024'an de û çend roj piştî pevçûnên bi komên çekdar ên herêmî re li bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê rû dabûn, pêk tên.

(ac/fr)

ANHA