Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şer li bakurê Xezayê de leşkerekî wê hatiye kuştin.

Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe ragihand
20 gulan, 2025   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şer û pevçûnên li bakurê Xezayê de leşkerekî wê hatiye kuştin. Artêşê der barê nasnameya leşkerî kuştî de jî ev agahî parve kir " Çawiş Yusif Yehuda Shirak (22) ji wargeha Harsha li Şerîaya Rojava ye û di Tabûra Endazyariya Şer a 601’emîn de xizmet dikir."

Operasyona bi navê "Erebeyên Gideon" ya ku artêşa Îsraîlê roja Şemiyê  li Xezayê dabû destpêkirin, dewam dike. Artêşê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku wê li 160 hedefan (Baregehên çekdaran, qaîdeyên avêtina moşekên dijî tankan, depoyên çekan û tesîsên leşkerî) xistiye.

Artêşa ragihand ku wê li başûrê Xezayê tunelek ruxand û li kampa Misratê baregeheke Hemasê bombebaran kiriye.

(bb)