Berxwedana Gelê Mexmûrê di roja 6'emîn de ye

Çalakiya konvedanê ya Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê li hemberî dorpêçê, girtin û ambargoya hikumeta Iraqê di roja 6 da ye.

Berxwedana Gelê Mexmûrê di roja 6'emîn de ye
20 gulan, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya konvedanê ya Gelê Mexmûrê bi daxwaza nûnerên wan ên hatine binçavkirin bêne berdan û zextên li ser kampê dewam dike.

Hikumeta Iraqê bi taybetî ji 10'ê Nîsanê û vir ve ambargoyeke giran daniye ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî.

Malzemeyên lêkirina avahiyan, pêwîstiyên bingehîn û çûyîna karkeran a li bajarên din têne astengkirin, nasnameya şêniyên kampê nayê nûkirin.

ZEXTÊN JI SALA 2019'AN Û VIR VE TÊNE KIRIN

- 17'ê Tîrmeha 2019: PDK'ê bi daxwaza Tirkiyeyê ambargo danî ser Kampa Mexmûrê.

- 18'ê Tîrmeha 2019: Balafirên şer ên Tirk bombe li kampê barandin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

- 27'ê Çileya 2021: Hêzên Iraqê hewl dan dora kampê bi têlan bipêçe, gel li ber xwe da.

- 20'ê Gulana 2023: Iraqê careke din hewl da xendekan bikole, têlan bi cih bike û kûleyan ava bike. Di encama berxwedana 16 rojan de xwe vekişand.

- 10'ê Nîsana 2025: Hikumeta Iraqê dor li kampê girt; xizmet û kar rawestand, nehişt nasname bê nûkirin.

30'ê Nîsana 2025: Şêniyên kampê meş û çalakiya rûniştinê kirin, ji bo çareseriyê banga diyalogê kirin.

14'ê Gulana 2025: Sê kesên ji heyeta Meclîsa Gel a Mxmûrê ku bi Wezareta Edaletê ya li Bexdayê re hevdîtin kirin, dema vegeriyan hatin binçavkirin.