Di rojekê de 11 kes hatin kuştin
Hate zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 11 kes hatin kuştin.
Li gorî SOHR’ê, li bajarê Soran ê li gundewarê bakurê Hemayê ji ber nakokiya malbatî ya li ser bîrek avê şer derket, di encamê de ciwanek hat kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer li gundê Tirwaziyê yê bakurê Reqayê kesek û li gundekî Minbicê ciwanek jiyana xwe ji dest da.
SOHR’ê diyar kir ku li taxa Miheta Ya Humisê kesek girêdayî û serjêkirî li mala wî hate dîtin û li devera Cebel El Emûr ê gundewarê Tedmurê (Palmîra) jî kesek ji ber teqîna mayînekê ya di erebeya wî de hat kuştin.
Hate destnîşankirin ku li Çolistana Sûriyeyê cenazeyê kesekî ji kampa Rukbanê hate dîtin. Li gundê Şara yê Reqayê ji ber nakokiya di navbera du malbatan a li ser erdekî şer derket, di encamê de kesek hat kuştin. Li ser rêya Dera-Şamê şer di navbera komeke çekdar û hêzên desthilata Şamê de derket, di şer de çekdarek hat kuştin. Hate diyarkirin ku li taxa Selahedîn a Helebê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin.
(bb)