Îsraîlê kuştina berpirsekî Firqeya "Îmam Husên" ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li dijî baregeha Feyleq El Qudis a li Lubnanê de, berpirsê topxaneyê yê Firqeya "Îmam Husên" ya girêdayê Feyleq El Qudis hat kuştin.

Îsraîlê kuştina berpirsekî Firqeya "Îmam Husên" ragihand
6 nîsan, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee diyar kir ku "artêşa Îsraîlê duh (Yekşem) êrişî baregeheke sereke ya kontrola agir a Firqeya Îmam Husên kir, Fermandarê topxaneyê Kemal Milhim ku alîkarê fermandarê firqeyê Yehya Husên e û çend endamên din kuşt."

Adraee diyar kir ku Milhim di operasyonan avêtina guleyên mûşekan û kirîna alavên şer de cih digirt, di heman demê de roleke di plankirin û bicihanîna hin operasyonên leşkerî yên firqeyê de dilîst.

(bb)