Îsraîlê kuştina 6 fermandarên Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 6 fermandarên Hemasê di êrişên wê yên li ser Nisêrat, Tifah û Şatai de hatin kuştin.

Îsraîlê kuştina 6 fermandarên Hemasê ragihand
19 tebax, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku ser X‘ê weşandiye ragihand ku di êrişên wê yên li ser Nisêrat û Tifahê yên Xezayê de 6 fermandarên Hemasê hatin kuştin.

Artêşê diyar kir ku ji fermandarên hatine kuştin 3 ji Hêza El Nuxba ya Tabûra  Beyt Lahiyayê ne û ev agahî zêde kirin " Mihemed Fethî Hisên Nasir, Mihemed Etar, Samid Semîr Herb Ebû Cebel, Mihemed Hemîd Ehmed El Mesrî jî di nav de di êrişên li ser herêma Şataiyê de hatin hedefkirin."

Artêşê duh jî ragihandibû wê du fermandarên Hemasê li Xezayê kirin hedef.

(bb)